Barzanî: Wexer a Mistefa Zelmî ez xembar kirim

Mesûd Brazanî serok ê Herêm a Kurdistanê, di birûskeyekê de bi hilkevt a wexer a pirofîsor Mistefa Zelmî bo malbat a wî, dibêje: Nûçe ya wexerkirin a hizirvan ê navdar ê Kurdistanê û cîhan a Îsalamî û kesatî ya welat pewer ê Kurdistanê, pirofsor Diktor Mistefa Zelmî, Ez Xembar kirim.

K24- Hewlêr

Herweha Brazanî dibêje: Dr. Zelmî, wek zana û hizirvanek ê bi ezmûn û bi şîyan, kesatîyek a mezin û navdar ê cîhan a Îslamî bû û wek Zana û hizirvanek ê mezi, pêgehek girin di navend ên zanistî û olî de hebû û berhem ên wî digehin zêdetir ji 70 pertûk ên çapkirî û neçapkirî, ku hinek ji wan bûnyîne Menhec û nerîn ên wî jî li ser asat a cîçhan a Îslamî jî cihê mitmaneyê bûne.

Di birûskeyê de Barzanî dibêje: Pirofîsor Zelmî li ser ast a Kurdistanê jî, rawêj ên Şeriî û yasayî pêşkeşî hikumet û perleman a Kurdistanê kirîye û rolek a mezin hebû li hevwarkirin a yasa ya bar ê şaristanî û berbi pêşbirin a rewt a mîyanrew a olî û Eqlanîyetê û dijînî ya hizr a tundrew hebû û bi vê yekê jî xizmetek a mezin a bi hev re jîyan a aştîyane kir û ji destdan wî bo Kurdistan, Îraq û cîhanê, zçîyanek a mezin bû.