Firansa çekan bo Pêşmerge dişîne

Di serdanekê de bo cem Pêşmergeyan di enî yên şerr de, Firansîs Fîlon, serok wezîr ê berê yê Firansayê û perlemantar ên niha yên Firansayê, di hevpeyvînek a taybet de bo Kurdistan24, dibêje: Em hatîne cwamêrî û mêrxasî ya Pêşmerge bibînîn ka çawa berevanîyê ji ax a xwe û şaristanîyet a cîhanê dike.

K24- Hewlêr

Fîlon sersamç ya xwe û welat ê xwe deerbirrî bi şerr ê Pêşmerge yê Kurdistanê li dijê Çekdar ên Daişê.

Serok wezîr ê berê yê FiransaYê, nîyaz a welat xwe aşkera kir ku divêt zêdetir harîkarî ya Herêm a Kurdistanê bike li şerr ê dijî Daişê û got: Min divêt ewê yekê aşkera bikim ku ev çend mehin em di hewl didîn ku Firansa harîkarî û yarmetîyan bo hêz a Pêşmerge zêde bike.

Ji alî yê xwe ve jî Arif Teyfûr, berpirs ê Mihwer a Xazir di kongireyek a rojnamevanî de li gel Firansîs Fîlon, serok wezîr ê berê yê Firansayê û perlemantar ên niha yên wî welatî, got: Piştî çend hefîtî yên Firansa çekan bo Herêm a Kurdistanê dê bişîne.