Li rojhilat a Kurdistanê bo piştîvanî ya Kebûdwend xwepîşandan dê bihê kirin
27 roj diburin bi ser mangirtin a Mehemed Sidqî Kebûdwend, serok ê znidankirîyê, Rêkxistî ya Maf ê Mirov ê Kurdistnê di zîndanê de. Çalakvan ên revend a Kurd li Ewrûpayê bo piştîvanî ya Kebûdwend. Hevdem çalakvan ên rojhilat a Kurdistanê ragehandin evro Yekşembîyê li bajar ln Rojhilat a Kurdistanê xwepîşansdanan dê bikin.
K24- Hewlêr
27 roj diburin bi ser mangirtin a Mehemed Sidqî Kebûdwend, serok ê znidankirîyê, Rêkxistî ya Maf ê Mirov ê Kurdistnê di zîndanê de. Çalakvan ên revend a Kurd li Ewrûpayê bo piştîvanî ya Kebûdwend. Hevdem çalakvan ên rojhilat a Kurdistanê ragehandin evro Yekşembîyê li bajar ln Rojhilat a Kurdistanê xwepîşansdanan dê bikin.
Piştî ku revend a Kurd li Ewrûpayê xwepîşandan bo piştîvanî Kebûdwend encamdan, çalavn ên hindûrî jî ragehandin ku evero Yekşembîyê, li bajar ên Rojhilat a Kurdistanê xwepîşandanan dê encam bidin û daxwazî ya Azadîyê bo Kebûdbend bikin.
Mehemed Sidîq Kebûdwend, sernivîser ê Heftename ya Payam a Millet(peyamê merûdm) ku li rojhilat a Kurdistnê ku bi bav ê maf ê mirov ê Kurdistanê hatîye nasîn, zêdetir ji 9 salane bi eger a berevanîyê ji maf ê mirov li Îran û rojhilat a Kurdistanê, bi tuhmet a têkdan a asayîş a neteweyî, ji alî yê komar a Îslamî ya Îranê ve bi 11 salan hatîye zindanî kirin. Dezgeh ên asayîşî yên Komar a Îslamî ya Îranê dosê yên nû li dijî wî vekirine, ev jî bûye eger a wê yekê mangirtin a xwe ji xwarinê biragehehîne. Dirêjvebûn a dem a mangirtinê ji encm a bersiv nedan a wî ji alî yên berpirs ên Îranê ve, rewş a saxlemî ya Kebûdwend ber bi metirsîyê diçe. Evê yekê jî çalakvan ên sîyasî û sivîl ên Kurd bi taybetî û revend a Kurd rakêşan ser şeqam ên Ewrûpayê. Hevdem Kurd li ragehandin a piştîvanî ya xwe bo Kebûdwend daxwazê ji wî jî dikin dawîyê bi mangirtinê bihîne.
Herçende Kurd ên Rojhilat daxaz ji kebûdwend dikin dest ji mangirtinê berde, lê çar çalakvan ên Kurd ji rojhilat a Kurdistanê bo gehandin a deng ê Kebûdwend bi cîhan a derve, li Berlîn a paytext a Elmanîyayê man ji xwarnê girtin û partî yên Kurdistanî yên Rojhilat a Kurdistanê name şandin bo rêkxistî yên nêvdewletî û daxwaz ji endam ên xwe kirine çi ji dest ên wan dihê bikin bo piştîvanî ya Kebûdwend.
Piûtî van pêngavan hemûyan, niha çalakvan ên sivîl li rojhilat a Kurdistanê ragehandine ku evro Yekşembîyê dê bihên ser şeqaman. Kebûdewend bi eger a berevanîyê ji xelkê kevtîye di zîndanê de, bo berevanîyê ji maf ên xwe bike çi rê li pêşî ya wî neman ji bilî mangirtinê, komar a Îslamî ya Îranê jî hind guh nade welat ên derve, lê renge livîn a şeqamê li rojhilat a Kurdistanê, bikare mangirtin a Kebûdwend ji aramncê nêzîk bike.