Du Kurd berbijêrê hilbijartinên herêmî yên Îtalyayê ne

Eger namzed ji sedî 50yê zêdetir deng negrin, gera duyem ya hilbijartinê di 19ê Hezîranê de tê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Du welatiyên bakurê Kurdistanê wek namzetên şaredar beşdarî hilbijartinên herêmî yên Îtalyayê dibin.

Li Îtalyayê dengdana helbijartinên herêmî dest pê kir. Îro 13 mîlyon kes dê dengên xwe bo bijartina hezar û 342 şarêdaran bikar tîne. 

Di hilbijartinan de şaredar bo heyama 5 salan tên hilbijartin. Eger namzed ji sedî 50'yê zêdetir deng negrin, gera duyem ya hilbijartinê di 19ê Hezîranê de tê kirin.

Di hilbijartinan de Emin Ozturkê Çewlîgê bakurê Kurdistanê, bo namzetiya Meclîsa Romayê ji Partiya Demokrat beşdarî hilbijartinan dibe.

Herwiha welatiyê Mereşê Îbrahîm Sabah jî bi awayek serbixwe li bajarê Tresateyê endamtiya xwe daniye.