Rêveber ê karûbar ê Êzdîyan Ban Kî Mon rexnebaran dike

Xeyrî Bozanî, rêvber ê Karûbar ê Êzdîyan li hikumet a Herêm a Kurdistanê , di nameyekê dê rexene yên tund li sikirtêr ê Netewe yên Hevgritî digre û daxwaz a ruhinî vekirinê ji wî dike.

K24-Hewlêr

Xeyrî Bozanî, rêvber  ê Karûbar ê Êzdîyan li hikumet a Herêm a Kurdistanê , di nameyekê dê rexene yên tund li sikirtêr ê Netewe yên Hevgritî digre û daxwaz a ruhinî vekirinê ji wî dike.

Piştî ku Ban Kî Mon sikirtêr ê giştî yê Netewe yên Hevgirtî di axivitinek ê xwe de ragehandibû: (.. civak a Êzdîyan li Îraqê 45 milyon Dolar wek Fidîye bi rêkxistî ya Daişê dane daku ew kiç û jin ên Êzdî yên revandî li  2014yê, ji alî yê çekdar ên Daişê ve bihên azad kirin) Li ser evan axivtinan Xeyrî Bozanî, daxwaz a ruhnîkirinê ji Ban Kî Mon dike.

Xeyrî Bozanî, di name ya xwe de dibêje: Supas bo xweday, li dawîyê Êzdî kevtin bîr a te û te amaje bi nav ên wan kir, lê çawa?! Em hemû tax û çîn û twêj fermî û nîmçe fermî û gelerî dibêjîn, Me daxwaz ji we kir û veparayîn bi gazî ya me re werin li beranber wan tawan ên ku li dijî civak a Êzdîyan hatin encamdan ji serbirrîn û birin û bi sebîkirinê.

Herweha  dibêje: Nîgeranî yên te li beranber pêkhateyan?! Hun dizanin ku rêkxistî ya tîroristî ya Daişê, zêdetir ji 6389 kiç û jin ên Êzdî  bi sebîkirine û heya niha zêdetir ji 3797 jin, zaro û zelam ên Êzdî li jêr dest ên Daişê mane, lê heya niha hewe avrîyek ji evê pêkhateyê nevedaye û beranber bi hetikkirin a jin ên Êzdî û destdirêjî ya ser zaroyan hewe çi hilwêst nebûn.

Bozanî: Rexne yên tund li Ban Kî Mon digre ûdibêje: Te di axivtin ên xwe de Êzdî ji qurbanê kirin Cellad.

Herweha dibêje: hun dibêjin Êzdîyan 45 milyon Dolar dayîne Daişê bo azadkirin a jin û kiçan, ji vê nerîngehê ve ankû Êzdî çavkanî yên darayî ya rêxistî ya  Daişê ne.

 Herweha Dibîje jî: Em tekezê dikîn ku di dem  a hêriş a Daişê her kes şîya tenê xwe rizgar bike, nekû pere û serwet û saman û niha ew di kemp ên penaberan de dijîn. Lew ev tuhmet me hevrûşî sersûrmanê dike, nemaze jî ku ev axivtin ji zar dev ê kesekî be ku sikirtêr ê Netewe yên Hevgirtî be.

Herweha dibêje: Pêdivîye daxwaz bihê kirin ku bo me ruhin bike ka: Çawa? Kengî? Kî ew pere wergirtîye? Ji kî wergirtîye? Mîkanîzim a xerckirinê çawa bûye?  bi vajî, Evan  axivtin ên Ban Kî Mon bi tuhmet hilristin didanîn bo Êzdîyan.

Berpirs ê karûbar ên Êzdîyan amaje bi wê yekê jî dike, ku wan çi piştîvanî ya Darayî ji çi alîyan newergirtine û dibêje: Li vir em li nivîsîngeh a rizgarkirin a Êzdî yên revandî, me çi piştîvanî ya darayî û Menewî li çi kes û hikumetekê newergirtine, çi li ser  ast a deeverî, çi li ast a deverî yan Herêmî û nêvdewletî, ji bilî wê harîkarî ya darayî ya ji nivîsîngeh a serok ê hikumet a Herêm a  Kurdistanê û dezgeh ên asayîşî.

Di xal a dawîyê de li ragehandinê, rêveber ê karûbar ênb Êzdîyan dibêje: Em ji vir dirahînîn p daxwaz dikîn ji nivîsngeh a Netewe yênHevgirtî li Hewlêr û hemû welat ên nwêner û kunsilxane li Herêm a Kurdistanê hene, vekolînê li vî babetî bikin û ewî alî aşkwera bikin ku ew pere wergirtine û ji dewletek ê wergirtine û çawa jî xerc kirine, herweha daxwaz ê ji Netwe yên Hevgritî dikîn vekolîn û dûvçûnê bikin li ser rastî ya axivtinê û wê hijmarê jî.