Hesen Nesrelah: Em dê hêza xwe li Sûriyê zêde bikin
Nesrulah hejmara hêza xwe li wî welatî aşkere nekir.
K24-Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrelah ragehand ku, şerê bajarê Helebê şerê herî mezin û stratejîk e li Sûriyê, aşkere ku, ew dê hêza xwe li Sûriyê zêde bikin.
Derbarê vê yekê de Sekreterê Giştî yê Hizbulah Hesen Nesrelah di gotarekê xwe de duh, ragehand ku, ew dê hêza xwe li Sûriyê zêdetir bikin, da zanîn ku, şerê bajarê Helebê şerê herî mezin û stratejîk e li Sûriyê.
Herwiha Nesrelah aşkere kir ku, di heyama sê heftiyan de 26 endamê wê rêxistinê li bajarê Helebê hatine kuştin û hinek ji wan bi dîl ketine destê opozîsyona Sûriyê de.Herwiha tekez kir ku, hêza wan piştevaniya rejîma Sûriyê dike û li kêleka wê şer dike.
Nesrulah hejmara hêza xwe li wî welatî aşkere nekir.