Çar teqîn sinûr ê Lubnian û Suryayê dihejînin
Pênc kes bi eger a teqîn ên bajarok a Alqai li dever a sinûr ê Elbeqai li Lubnanê, hatin kuştin û 15 yên din jî birîndarbûn.
K24- Hewlêr
Pênc kes bi eger a teqîn ên bajarok a Alqai li dever a sinûr ê Elbeqai li Lubnanê, hatin kuştin û 15 yên din jî birîndarbûn.
Her çar teqîn evro ber ê sipêdeyê çêbûn û teqîn a yekem li navend a Gumrikê bû û sê teqîn ên din jî kar ên xwe kujî bûn.
Teqîn a yekê navendek a serbazî li gumrik a Elqai kire armanc û piştî burîn a 10 xulekan û kombûn a danîşvan ên wê deverê li cihê teqînê. Sê xwekujan di nav xelkê de xwe teqandin.
Piranî ya qurbanîyan piştî teqîn a yekê bûne qurbanî.