Li Duhokê agir bi kampa Şarya ket

Li kampa Şarya ya li Duhokê agir bi çadiran ket û nêzîkî 200 çadirên awareyên li kampê şewitîn.

Hewlêr (K24) – Li kampa Şarya ya li Duhokê agir bi çadiran ket û nêzîkî 150 çadirên awareyên li kampê şewitîn. Li gor zanyariyên destpêkê, şewat ji ber kontakta elektrîkê derketiye.

Li ser bûyerê, Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji K24ê re diyar kir: “Her çi pêwîst bibe, em ê ji bo kesên zirardîtî bikin. Ji ber şewatê, 50 hezar dolarê amerîkî û 100 milyon dînarê iraqî yên bazirganekî, di nav kampê de şewitîn.”

Xelkê Duhokê vê êvarê dest bi helmetekê kirin û ji bo zirardîtiyên kampê dest bi komkirina alîkariyan kirin.

Herwiha yek ji parlamenterên Kurdên Êzidî yê li Parlamentoya Iraqê ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku rêkeftina Şingalê cîbicî bike, da ku awareyên di nav kampan de vegerin cih û warên xwe û rewş asayî bibe.

Kurdên Êzidî li parêzgeha Duhokê li 16 kampan hatine niştecîkirin, ku ji ber aloziyên li Şingalê û hebûna çekdarên Heşda Şeibî û PKKê nikarin vegerin cih warên xwe.