Çavkaniyên Xwezayî û Elektrîk: Em bizavê dikin rewşa elektrîkê zû asayî bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Elektrîkê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di saet 11ê şevêdî de di encama karekî terorîstî de êrîşî ser Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin û tekez jî kir ku bizavê dikin ku bandora nerênî ya wê êrîşê li ser seetên dana elektrîkê kêm be.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyeke hevpar de ragihand: “Di saet 11ê îşev de, di karekî terorîstî de êrîşî ser Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin.”
Di derheqa bandorên wê êrîşê de li ser asta berhemînan û parvekirina elektrîkê de, di wê daxuyaniyê de tekez hatiye kirin ku ew her du wezaret di bizavên berdewam de ne, daku ev êrîşa terorîstî kêmkîrin bandora nerênî li ser demên dana elektrîkê bi hevparên wê hebe û di zûtirîn dem de rewşa elektrîkê li seranserê Herêma Kurdistanê asayî bibe.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Herîm Caf ji aliyê xwe ve got: “Ji ber wê êrîşê, proseya berhemanîna gazê li wê zaviyê bi temamî hatiye rawestandin, lê baş e ku wê êrîşê ti zirarên canî negihandine karker û zêrevanên wê zeviyê.”
Duhî Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, êrîşeke din a dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê ya girêdayî qezaya Çemçemalê hat kirin. Di encama wê êrîşê de ku pişka "zeviya kevn" û taybet bo berhemanîna gaza malan (LPG) hatibû armancgirtin, şewateka mezin di nav wê zeviyê de çê bû û zirareka zêde ya madî gihîşt wê; lê ji ber lêdana zengila hişyariyê berî wê êrîşê û çûna karkeran bo penagehan, ti zirarên canî çê nebûn, her çend berhemanîna gazê bi temamî hat rawestandin.
Zeviya Kormorê ya Gazê ku ji sala 2007ê ve ji aliyê kompaniya Dana Gasê ve veberhênanê dike û ji sala 2008ê ve ketiye nav pişka berhemanînê, çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniyê ye bo santralên elektrîkê. Ev zeviya ku zêdetirî 1 trîlyon û 800 milyar pêyên sêca yên gaza xwezayî tê de heye, nêzî %67 ji elektrîka Herêma Kurdistanê (nêzîkî 3,700 megawatan) dabîn dike û bi riya lûleyan gazê bo westgehên Hewlêr û Çemçemalê dişîne.
Piştî van rûdanan û ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên vê êrîşa tawankarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, piştî hevahengî û hevkariya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da, daku sedem û bikerên vê destdirêjiyê eşkere bikin.