Li Wanê berfê rêyên 97 gundan girtin

Erşîv
Erşîv

Diyarbekir (K24) – Li bajarê Wanê berf barî û bandoreke neyînî li ser jiyanê kir, rêyên bi sedan gundan hatin girtin.

Li bajarê Wanê bi şev ji nişkê ve berf barî û rêyên bi sedan gundan hatin girtin. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ketin nava tevgerê, ku bi 450 wesayît û 32 karmendan li nava dixebitin.

Navenda Koordînasyona Afetê ya Şaredariya Bajarê Mezin (AKOM) hişyarî li ser barîna berfê da û hat pêşbînîkirin ku divê welatî li hember neyînîyên gengaz haydar û baldar bin.

Li tevahiya Wanê ji ber barîna berfê, rêyên 97 gund û bajarokan hatin girtin. Tîmên ku li ser wargehên girtî dest bi xebatên berfireh kirin, ji bo vekirina rêyan bi lez dixebitin.

Herwiha barîna berfê Li hinek navçeyên Çewlig, Bedlîs, Mûş, Colemerg, Şirnex û Sêrte jî bandoreke neyînî li ser welatîyan kir u reyên gelek gundan girtin.