Ehmed: Heger Pêşmerge di destê ENKSê de ba dê şerek kiriba

Serkirdeyekî TEV-DEMê dibêje, li gor aloziya ku Sûriyê tê re derbas dibe, deverên Rojavayê Kurdistanê yên herî aram in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî TEV-DEMê dibêje, li gor aloziya ku Sûriyê tê re derbas dibe, deverên Rojavayê Kurdistanê yên herî aram in.

Serkirdê TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed derbarê teqîna Qamişlo û teqîna nivîsgeha PDK-Sê li Girkê Legê de ji K24ê re ragihand ku, li gor aloziya ku Sûriyê tê re derbas dibe, deverên Kurdî yên herî aram in, lê DAIŞ li welatên bihêz û xwedî karîn jî teqînan dike.

Ehmed got jî: “Ez wek Rêveberekî TEV-DEMê dibêjim ew berpirsyatî li ser milê me ye, heta Desteya Hundirîn, asayiş û hêzên civakî hene, ew berpirseyatiya me ye. Berpirseyatiya me ye ku her kesekî li vî welatî dijî biparêzin.”

Derbarê dxwaza ENKSê ya derbasbûna Pêşmergên Roj ji Rojavayê Kurdistanê re bo parastina xaka Kurdî de. Ehmed got: “Bêhtir ji 100 hezar kesî li Rojavayê Kurdistanê çi ji sivîlan, erkê xweparastinê, YPG û YPJê çek hilgirtine. Heger çend xort li Başûrê Kurdistanê hatine perwerdekirin û girêdayî Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ne, ENKSê wan wek kaxezekî bikar tîne.”

Ehmed got jî: “Li Başûrê Kurdistanê şerê cehşokan kirin û li birakujiyê nepirsîn, li Bakur bi hezaran quriçî hene bi Erdogan re şer dikin lê napirsin, îro jî heger Pêşmerge di destê ENKSê de ba dê şerek kiriba.”