IMF: Şer derbeyeke giran li aboriya Rojhilata Navîn dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) îro 22yê Cotmeha 2026an ragihand, ji ber şerê berdewam ê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, tê çaverêkirin ku asta berhema aborî li herêma Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û Pakistanê îsal bi awayekî berbiçav bipaş bikeve.

IMFê diyar kir, berhema aborî ya herêmê bi rêjeya %1.3 dadikeve. Ev kêmbûn wekî encama rasterast a bandorên şer li ser hilberîna enerjiyê, veguhestina deryayî, sektora geştiyariyê, bazirganiyê û herwiha kêmbûna baweriya bazaran tê nirxandin.

Sindoqa Navdewletî ya Dirav hişyarî da ku her têkçûn an jî astengiyeke nû di hilberîna enerjiyê de dê pêşbîniyên aborî ber bi asteke nizmtir ve bibe. Di heman demê de hat destnîşankirin ku bandorên şer pir mezin in, lê bi awayekî wekhev bi ser welatan de dabeş nebûne.

Li gorî rapora saziyê, ji ber pirsgirêkên di hilberîna enerjiyê û astengiyên di xetên veguhestina deryayî de, aboriya welatên hinardekarên petrolê rasterast rûbirûyî bandorên neyînî bûne.

IMFê aşkere kir, ev pêşbînî li ser wê hîmê hatine amadekirin ku pevçûn û şer di destpêka sala 2027an de kêm bibin û di nava wê salê de tevgere bazirganiyê gav bi gav vegere rewşa xwe ya asayî. Digel vê yekê, sazî balê dikişîne ser wê yekê ku ji ber rewşa nezelal a herêmê, hîna jî asoyê pêşbîniyan tarî û bi guman e.

Li gorî texmînên IMFê, piştî vê paşveçûna tund a îsal, dê aboriya herêmê careke din geş bibe û di sala 2027an de asta geşbûnê bigihêje %6.6an. Lê tevî vê geşbûna berbiçav jî, tê texmînkirin ku asta berhema aborî ya giştî ya van welatan dê hîna li jêr asta beriya destpêkirina şer bimîne.