Welatên Ewropayê rola Herêma Kurdistanê ya di aramiya navçeyê de bilind dinirxînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatên Ewropayê piştevaniya xwe ya berdewam ji bo Herêma Kurdistanê tekez dikin û rola Herêmê di dabînkirina aramî û seqamgiriya Rojhilata Navîn de bilind dinirxînin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê (YE) Dilawer Ajgeyî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, wan di asta parlemen û wezaretên derve de, zincîreyek hevdîtin û civîn bi rayedarên welatên Ewropayê re pêk anîne.

Ajgeyî diyar kir, armanca van hevdîtinan misogerkirina berdewamiya hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de ye, herwiha bihêzkirina pêwendiyên navneteweyî yên Herêmê ye, bi taybetî piştî qonaxa vekişîna Hevpeymaniya Navneteweyî ji Iraqê.

Nûnerê Hikûmeta Herêmê da zanîn, wan daxwaz ji welatên Ewropayê kiriye ku di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge de berdewam bin. Destnîşan kir jî, tevahiya welatan, bi taybetî Belçîka û Holendayê, piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê tekez kiriye û amadebûna xwe ji bo her cure hevkariyê nîşan dane.

Li gorî gotina Dilawer Ajgeyî, welatên Ewropayê tekez dikin ku Herêma Kurdistanê di aramiya navçeyê û çareserkirina pirsgirêkan de roleke giring dîtiye; bi taybetî di dosyeya Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de. Herwiha wan welatan bal kişandiye ser wê yekê ku "Herêmeke bihêz, dibe sedema aramiya tevahiya deverê" û pêzanînên xwe ji bo hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî anîne ziman.

Nûnerê Hikûmetê li Yekîtiya Ewropayê herwiha aşkere kir ku biryar bû hejmarek şandên asta bilind ên welatên Ewropayê serdana Herêma Kurdistanê bikin, lê ji ber bêîstîqrariya rewşa firokexaneyan û sekinandina beşek ji geştên asmanî, ev serdan ji bo demeke nêzîk hatine paşxistin.

Di dawiyê de Ajgeyî destnîşan kir ku wan çendîn pêşniyaz bi armanca berfirehkirina hevkariyan pêşkêşî welatên Ewropayê kirine û li bendê ne ku di demek nêz de bersiva wan pêşniyazan werbigirin.