Gorran: PDK hilwêst a xwe neguherre, Me sînaryû yên din dê hebe

Gotebêj ê Bizav a Gorran ragehand: Heke Pratî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê rijt be li ser hilwêst ên xwe li gel Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê û alî yên din, Me sînaryû yên din hene.

K24- Silêmanî

Gotebêj ê Bizav a Gorran ragehand: Heke Pratî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê rijt be li ser hilwêst ên xwe li gel Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê û alî yên din, Me sînaryû yên din hene.

 Di hevpeyvînekê de li gel Deng ê Emerîkayê, Şoriş Hacî, gotebêj ê Bizav a Gorranê got: Heke PDK li ser hilwêst a xwe rijt be li gel YNKyê û alî yên sîyasî yên din me dê sînaryû yên din hebe.

Gotebêj ê Gorranê tekez li ser wê yekê jî dike ku wan pê başe li gel PDKyê û hemû alî yên sîyasî , rewş a Herêmê çareser bikin, lê heke ev nebe Me hizir di sînaryû yên kirîye.

Di pişkek a dî ya axivtin ên xwe de, Şoriş Hacî dibêje: Me hilwêst û hizikirnê xwe bi Fûad Husên re raghandîye, Ew jî li gel Kak Mesûd Barazanî û heval ên xwe behs dikin û dê bersiv a me bidin.

Şoriş Hacî amade nebû hûrkarîyan aşkera bike û dibêje: Ez nekrim hûrkarî yên danîştinan behs bikim, lê ez wê yekê dibêjim ku Kak Fûad Husên hatibû daku nerîn ên  Gorran, YNKyê û alî yên sîyasî bibihîste û bizanîn rêyek heye bo derkevtinê ji vê rewş a çeqç ya Herêm a  Kurdistanê.

Behs a wê yekê jî dike: Heke PDK, amade be hilwêst a xwe biguherre, em jî amadeyîne li gel wan bi danîşîn, wê çaxê jî danîştinê encam dê hebe.