Li Çewlîkê teqîn: 6 polîs hatin kuştin
Li bajarê Çewlîkê ya Bakurê Kurdistanê bombeyeke çandî bi polîsan ve teqiya, di encamê de 6 polîs hatin kuştin û 4 polîsên din birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Çewlîkê ya Bakurê Kurdistanê bombeyeke çandî bi polîsan ve teqiya, di encamê de 6 polîs hatin kuştin û 4 polîsên din birîndar bûn.
Hat ragihand ku, li ser riya firokxaneya Çewlîkê bombeyeke çandî bi otombîla polîsan de teqiya, li gor zanyariyên destê di encamê de 6 polîs hatin kuştin û 4 polîsên din birîndar bûn, birînên 2 polîsan jî giran in.
Piştî teqînê hejmarek ji ambulansan çûne cihê teqînê, lê heta niha ti zanyariyên zelal derbarê encama teqînê de nehatine belavkirin.
