Herêm a Kurdstan Gaz ê dişîne Ewrûpayê
Nwêner ê hikumet a Herêm a Kurdistanê li Yekêtî ya Ewrûpayê , ragehand: Pêşbînî dihê kirin Herêm a Kurdistanê di destpêk a sal a 2019yê bikare gazê bşîne Ewrûpayê.
K24- Hewlêr
Nwêner ê hikumet a Herêm a Kurdistanê li Yekêtî ya Ewrûpayê , ragehand: Pêşbînî dihê kirin Herêm a Kurdistanê di destpêk a sal a 2019yê bikare gazê bşîne Ewrûpayê.
Dilawer Xalid Ajgeyî, nwêner ê hikumet a Herêm a Kurdistanê, li ser dem a hinartin a gazê bo derve ya Herêm a Kurdistanê, bo Ewrûpayê, bi rojname ya Şerqûlawset raghehand: Di destpêk a sal a 2019yê de, dikarîn gaz a Herêm a Kurdistanê bigehînîn welat ên Ewrûpa Ewrûpayê, û çi rêgirî jî li pêşî ya ewê piroje yê nîne, çunku Turkîya neyar a Evê pirojeyê nîne, ji bo ku gaz a Herêm a Kurdistanê qazancek a pirr alî heye, bo Herêm a Kurdistanê û Turkîyayê û Yekêtî ya Ewrûpayê.
Ew nwêner ê hikumetê got jî: Şandin a Gazê bo deve ya Herêmê bi ax a Turkîyayê re, hevdem bi qazaqnc a Turkîyayê dê vegerre û wek kartek a sîyasî ya bi hêz dikare bikarbihîne li hember Yekêtî ya Ewrûpayê. Bi vî awayî jî her sê alî, Herêm a Kurdistan, Turkîya û Yekêtî ya Ewrûpa qazancê ji wê pirojeyê dikin. Çaverê dihê kirin ku di destpêk a 2019yê ew piroje bi dawî bihê û bikarîn gazê bişînîn Ewrûpayê.
Ajgeyî amaje bi wê yekê jî kir ku gaz a Herêm a Kurdistanê hemû pêdivî yên Ewrûpayê pirr nake û nabe internatîf a gaz a Rûsya, lê dikare pişk a mezin ji pêdivî yên Ewrûpayê pirr bike û Ewrûpayîyan jî ev nerîn hene.