Weşana nû ya K24ê dest pê kir

Ji bilî television û Radyoya K24ê, malpera Kurdistan24ê bi zimanên (Kurdî “Soranî û Kurmancî” Îngilîzî, Tirkî û Erebî) nûçeyan belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Ragihandin û Lêkolînê ya Kurdistan24 “K24”, bi hejmarek proje û bernameyên nû roja Sêşemê 2 Tebaxê dest bi werza nû dike. Di vê werzê de “K24” bi bernameyên nû û karîn û naverokên cuda dest pê dike.

Di warê naverokên bernameyan de teknîk, grafîk, bultenên nûçeyan bi armanca cibicîkirina zêdetir daxwazên bîner û guhdaran, planeke nû ji kar birêve dibe.

Her di vê werzê de K24 çend bernameyên siyasî, kultorî û hemareng pêşkêş dike. Bo yekem car jî hejmarek bêjer û pêşkêşvan yên navdar û xwedî karîn yên Kurdistanê, li ser ekrana K24ê derdikevin.

K24 di wezra xwe ya nû de, hewl dide zêdetir ligel bûyer û guhartinên navxweyî, herêm û navdewletî birêve here. Romal û pêdeçûna rojnamegerî bo pirsên cuda li seranserî Kurdistan û welatên cîhanê bi awayekî berfereh dike.

Herwiha K24, tûra peyamnêran li bajar û bajarokên Kurdistan, welatên herêmê, Ewropa û Amerêkayê ferehtir dike. Bo wê mebestê jî çend rojnamevanên navdar yên Kurdistan û cîhanê wek peyamnêr û şîrovejar bi K24ê re kar dikin.

Dezgeha Ragihandin û Lêkolînê Kurdistan 24, ji televizyon, Malper, Radyo pêk hatiye û bi hevkarî û piştevaniya kenala “France24” hatiye damezrandin. Roja 31 Mijdara 2015an dest bi weşana bernameyan kiriye û di dema heşt mehên borî de, hewl daye ku kenaleke Kurdistanî be û bi pîşeyane û bi standarda cîhanî kar bike.

Nivîsgeha sereke K24ê li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê ye, li bajarên din yên Herêma Kurdistanê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Iraq, Tirkiye, Ewropa, Amerka û Rûsyayê nivîsgehên xwe hene. Heta niha jî çendîn car e K24 bûye çavkaniya sereke yên nûçe û zanyariyan ji medyaya cîhanê re.

Ji bilî television û Radyoya K24ê, malpera Kurdistan24ê bi zimanên (Kurdî “Soranî û Kurmancî” Îngilîzî, Tirkî û Erebî) nûçeyan belav dike.

Bûltana yekem a weşana nû ya K24ê di werza nû de

8:00 kurte nûçe

8:03pirograma Roj Baş demijmêra yeekem (Soft)

9:00 kurte nûçe

9:02 pirograma Roj Baş demijmêra duyem(rojev)

10:00 nûçeyên(Soranî+Kurmancî)

11:00 nûçeyên(Kurmancî)

11:30 Rojname (Kurmancî +Soranî)

12:00 nûçeyên(Soranî+Werzş)

13:00 nûçeyên(kurmancî)

13:30 werziş(25 xulek)

14:00 kurte nûçe

14:05 bername(dubare)

15:00 nûçeyên(Soranî+Aborî)

16:00 kurte nûçe

16:05bername(dubare)

17:00 nûçeyên(Kurmancî+Soranî)

18:00 Haştag(pirogramî rojan e-25 xulek)

18:30 nûçeyên werziş

19:00 kurte nûçe

19:05 Basî Roj(pirgramekî rojane-du babet, ji çend pêşkêşkaran pêktê)

20:00 news Rom(rojane-demijmêrek û nîv)

21:30: pirograma heftyan e

22:00 kurte nûçe

22:05 pirograma heftyan e

23:00 nûçeyên(Soranî+Kurmancî)

00:00 nûçeyên(Kurmancî+werziş 15e xulek)