Barzanî: Berdewam in bo nasandina komkujiya Êzidiyan wek jenosîd

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja dagîrkirina Şingalê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dosyeya komkujya Kurdên Êzîdî weke jenosîd bide nasandin bi berdewamî kar dike.

K24 – Hewlêr

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja dagîrkirina Şingalê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dosyeya komkujya Kurdên Êzîdî weke jenosîd bide nasandin bi berdewamî kar dike.

Nêçîrvan Barzanî bi boneya duyemîn salvegera karesata Şingalê peyamek belav û ragihand, komkujiya Şingalê birîneke kûr e û zû derman nabe û ji bîra gelê Kurdistanê naçe. Ev tawana ku teroristan bi sere Kurdên Êzidî aniye, divê gelê Kurdistanê bigehe hemû mafên xwe û serwerya xwe, da ku ti caran tawanên wiha bi serê gelê Kurdistanê û pêkhatên wê yên neteweyî û olî neyên kirin.

Barzanî di daxuyaniya xwe de got: “Di vê bîranîna bi êş û xemgîn de, em careka din ji birayên xwe yên Êzidî tekez dikin ku, emê hemû hewlên xwe bikin, da ku hemû girtiyên di destê teroristan de rizgar bikin. Herwiha hemû hewlê xwe bo rizgarkirina hemû deverên mayî û avakirina Şingalê.”

Barzanî amaje bi wê yekê kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dosyeya komkujya Êzîdiyan weke jenosîd bê nasandin bi berdewamî kar dike û bi vê armancê jî komîteyeke taybet a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe bi sazî û aliyên navdewletî yên di vî warî de dike û gavên baş avêtine.