DAIŞê 72 gorên bikom li şûn xwe hêştin
Ji wan gorên bikom 17 li Sûriyê hatine dîtin.

K24-Navenda Nûçeyan
Ji destpêka operesyonên Hevpeymaniya Navnetewî li dijî wê, DAIŞê 72 gorên bikom li Iraq û Sûriyê li şûn xwe hêştin.
Ajansa "Associated Press" di raporekê de ragehand ku, DAIŞê li Iraq û Sûriyê piştî vekişîna wê ji navçeyan ku, berî niha kontrol kiribûn, 72 gorên bikom li pey xwe hêştin, ew gor bi hezaran term tê de veşartî ne.
Li gor rapora ajansa navborî heta niha 17 gorên bikom li Sûriyê hatine dîtin, tê de 5 hezar û 200 term hene. Herwiha li Iraqê jî di tenê li zîndana Badoşê ya navendî nêzîkî bajarê Mûsilê de 600 term hatin dîtin.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Iraqê di heftiya borî de sizaya bi darvekirinê derheqê 36 tawanbarên komkujiya Spykerê cîbecî kir.
Li gor rapora ajansa "Associated Press" tê çaverêkirin ku, bi sedema şikestinên DAIŞê û vekişîna wê ji navçeyan hejmara wan gorên bikom zêde bibe.