Erdogan bi Kurmancî û Zazakî dinivîse
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi 10 zimanên zindî yên cîhanê payemeke pîrozbahiyê bi boneya cejna Qurbanê belav dike, di nav wan zimanan de jî bi her du zareveyên Kurmancî û Zazakî nivîsiye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi 10 zimanên zindî yên cîhanê payemeke pîrozbahiyê bi boneya cejna Qurbanê belav dike, di nav wan zimanan de jî bi her du zareveyên Kurmancî û Zazakî nivîsiye.
Îro bi boneya Cejna Qurbanê, li tûra pêwendiyên civakî “Twitter” Erdogan peyamek belav kir.
Erdogan bi her du zareyeyên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) peyama xwe nivîsand û belav kir.
Di peyama Erdogan de hatiye “Cejna Qurbanê ya miletê me û cîhana îslamî pîroz dikim û hêvî dikim ku ev cejn, jib o mirovahiyê bibe sedema aştiyê û aramiyê.”
Tiştê balkêş di wê kurtepayemê de, navê gelê Tirkiyê neaniye û tenê nivîsiye “miletê me”, lê di zimanên din nivîsiye “Gelê Tirk”.
Piştî belavbûna peyamê, li tûra pêwendiyên civakî “Twitter” de, rexne li siyaseta Tirkiyê ya li hember Kurdan hate kirin.
Di piraniya komêntan de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku îro danê sibê berpirsên hikûmî li bajarokê Geyadînê ya ser bi Agirî ve, logoya ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin, anîn xwarê.