Alozî yên bakûr bandorek a xirab kirîye ser geştyarîyê
Bajarê Diyarbekirê yê Bakûrê Kurdistanê, bi bircên xwe yên dîrokî, mizgeft, dêr, xan û piren xwe di heyama pêvajoya çareseriyê de weke navenda dilkêşiya geştegeran bû. Di heyamên aram de salane nêzîkî 22 hezar geştegerên biyanî serdana Diyarbekirê dikirin. Lê ji ber aloziyan êdî tu geştegerên biyanî serdana bakur nakin. Otelên bajêr vala ne, rayedarên komeleyên geştyariyan daxwaza aramiyê dikin.
K24- Amed
Bajarê Diyarbekirê yê Bakûrê Kurdistanê, bi bircên xwe yên dîrokî, mizgeft, dêr, xan û piren xwe di heyama pêvajoya çareseriyê de weke navenda dilkêşiya geştegeran bû. Di heyamên aram de salane nêzîkî 22 hezar geştegerên biyanî serdana Diyarbekirê dikirin. Lê ji ber aloziyan êdî tu geştegerên biyanî serdana bakur nakin. Otelên bajêr vala ne, rayedarên komeleyên geştyariyan daxwaza aramiyê dikin.
Ev der navendeke geştiyarî ya Diyarbekirê ye. Ji sala 2015'an ve di nava bajêr de hêzên ewlekariya Tirkiyê nobetê digrin. Li ser her kûçe û kolanan xalên ewlekariyê hatine danîn. Geştiyarên biyanî êdî weke berê nayên bajêr. Li ser bircên Diyarbekirê tenê hin geştegerên xwecih diğerin. Rêvebera Otelekê bajêr Ebrû Sargindag dibêje, çapemenî bûyerên li Diyarbekirê mezin dike û xelkên biyanî jî ji van dîmenan ditirsin û nayên bajêr. Sargindag amaje dike ku, êdî mêvanên wan yên ji Başûrê Kurdistanê ji ber pirsgirêka vîzeyê nayên.
Ebru Sargindag - Rêvebera Otelê, dibêje: "Ji ber şer û pevçûnan tu kes naxwaze were Diyarbekirê, Heta sala 2018'an jî mêvanên me yên turan hatina xwe rawestandine. Ji ber aloziyan ev 2 sal in ku mêvanên me yên biyanî nayên, ez bawerim ev bandor dê me 4 salan paş ve bibe. "
Ev der jî Xana dîrokî ya bi navê Hesen Paşa ye. Berê li vê xanê geştegerên biyanî zêde bûn lê niha tenê xelkê bajêr li vir in. Di 6 mehên ewil yên 2015'an nêzîkî 14 hezar geştegeran serdana Diyarbekirê kirine. Lê di 6 mehên dawî de nîvê vê hejmarê kêm bûye. Serokê Komeleya Çand, Geşteger û Newayê Kenan Aksu dibêje, me cihgirtina bircên Diyarbekirê di lîsteya UNESCO'yê de wek mîlad nirxand, me go êdî ji cîhanê dê bi hezaran kes werin Diyarbekirê lê ji ber aloziyan tu kes nayê.
Kenan Aksu - Serokê Komeleya Çand, Geşteger û Newayê, dibêje:"Ji bo pêşketina geştegeriyê 3 xalên girîng hene. Yek ewlekarî ye, yek paqijî ye ya din jî sihet e. Heger ev nebin geşteger jî nayên. Lê mixabin ev her sê xal jî li ba me nînin. Heger em ya rast bêjin, niha hatina geştegeran di xeyalên me de jî cih nagre. "
Herî dawî di meha Tebaxê de Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyîn yên Amerîkayê ji ber îlankirina rewşa awarte û aloziyan welatiyên xwe hişyar kirin ku neçin 16 bajarên Tirkiyê û bakûr. Di nava van bajaran de Diyarbekir, Batman, Riha, Bîngol û Colemêrg jî cih digrin. Gelek balafirên ku tene van bajaran nîvvale tên. Ji ber nehatina geştegeran û şerê li bakûr esnaf û bazirganên bakûr di tengasiyê de ne. Hêvî û daxwaza wan jî ew e ku çareseriyek ji vê rewşê re peyda bibe.