Şaxewan Ebdula: Kurd di postên ewlehî û îdarî yên Kerkûkê de hatine paşguhxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê bi merema ji nêzîk ve agahdarbûna li ser arêşe û astengiyên bajarî serdana Kerkûkê kir. Di konferanseke rojnamevanî de, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdula ragihand ku Kurd di fermangehên hikûmetê û dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê de bi temamî hatine paşguhxistin û kar bo vegerandina hevsengiyê dikin.
Bikaranîna sengê parlamentoyê bo arêşeyên Kerkûkê
Di destpêka axaftina xwe de, Şaxewan Ebdullah amaje bi wê yekê da ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi sedema giranî û pêgeha xwe di nav Parlamentoya Îraqê de, herweha hebûna endaman di tevaya lîjneyên girîng yên wekî (petrol, darayî, xwendina bilind, çandin û bazirganî) de, dikare roleke çalak bilîze û bo çareserkirina arêşeyên Kerkûkê bibe alîkareke baş.
Nemana hevsengiyê û paşguhxistina Kurdan
Herweha Şaxewan Ebdullah rexneyên tund li rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê girtin û got: "Ji fermandariya operasyonan heta xwarê, ti Kurdek berpirsê fermangeheke ewlehiyê nîne. Ev yek jî nadadiyeke gelek mezin e."
Rêgirtina li dagîrkirina zeviyên madeya 140ê
Di derheqa pirsa dagîrkirina zeviyên çandinê li bin navê "veberhênanê" de, navbirî eşkere kir ku proseyeke xirab dest pê kiriye û bi temamî berevajî rênimayên madeya 140ê ye. Bo vê meremê jî got: "Bi fermî nivîsara me arasteyî Serokwezîrê Îraqê hatiye kirin daku proseya veberhênanê li ser wan zeviyan bê rawestandin."
Herwesa di bersiva giliya welatiyekî de li ser eynî pirsê, wî eşkere kir ku mixabin destê Kurdan di hinek projeyên dagîrkirinê de heye, lê tekez kir ku ew bi tundî rêyê lê digirin û di eynî rojê de li ser wê pirsê ligel fermandarê operasyonên Kerkûkê civîyaye.
Valahiya ewlehiyê û vegeriyana Pêşmergeyan
Di bersiva pirsyara rojnamevanan de di derheqa valahiya ewlehiyê de, Şaxewan Ebdullah ron kir ku tevgera terorîstan zêde bûye û valahî tenê li Kerkûkê nîne, belku heta sînorê Şingalê diçe. Amaje da wê yekê jî kir ku eger hêza hevpar jî nebe, divê operasyonên hevpar hebin an jî hêza Pêşmergeyan vegere wan deveran bo parastina ewlehiya wê.
Serokê Fraksiyona PDKê behsa wê yekê jî kir ku pêştir hêzeke hevpar a ji 3 hezar û 777 kesan pêkhatî hatibû avakirin û li sala 2024ê li sînorê Sergeranê hatibû belavkirin, û biryar e fowcek jî bo sînorê Pirdê bê birêkirin.
Pirsa posta Parêzgarê Kerkûkê
Di derheqa posta Parêzgarê Kerkûkê de, Şaxewan Ebdula tekez kir ku divê biryardan li ser posta parêzgar û postên îdarî li ser bingeha îradeya xelkê Kerkûkê be. Herwesa got: "Di paşerojeke nêzîk de guhartinên îdarî têne kirin, eger îradeya Kerkûkiyan bo hilbijartina parêzgar û encûmenan bê li ber çav bên wergirtin, me jî wekî PDK dê gotina xwe hebe."
Şaxewan Ebdullah soz da Kerkûkiyan ku ligel vegeriyana wan bo Bexdayê û bi piştbestina li ser destbikarbûna tevaya wezîrên peywendîdar ên kabîneya hikûmetê, ew dê bi rengekê cidî li ser wan dosyeyan kar bikin û encaman bigehînin welatiyan, ji ber ku PDKê arêşeyên Kerkûkê xistine ser milê xwe.