Bayik bersiva Ocelan dide

Bayik da zanîn ku, hêviya wan ji AK-Partiyê nemaye û kesên ku ji xeynî şer rêyek din dihizirin xizmeta dagirkeriyê dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê(KCK) Cemîl Bayik bersiva peyama Ocalanî da û ragehand ku, ew dê şer û têkoşînê dijwartir bikin.

Li bakurê Kurdistanê piştî şikestina pêvajoya aşitiyê şerê di nav bera Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) û hêzên leşkerî yên Tirkiyê roj bi roj dijwartir dibe Li ser vê yekê ji gelek aliyên cûr be cûr daxwaz kirin ku pêvajoya aşitiyê ji nû ve destpê bike û pirsa kurdî bi rê û rêbazên demokratîk û siyasî were çareser kirin.

Di vê çarçoveyê de piştî 2 salan Rêberê PKKê Abdullah Ocalan berî cejnê ligel birayê xwe Mehmet Ocalanî hevdîtinek pêk anîbû bi rêya wî banga danûstandinan kiribû.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê(KCK) Cemîl Bayik bersiva peyama Ocalanî da û ragehand ku, ew dê şer û têkoşînê dijwartir bikin.

Herwiha derbarê çareserkirina pirsa kurdî de Bayik da zanîn ku, hêviya wan ji AK-Partiyê nemaye û  kesên ku ji xeynî şer rêyek din dihizirin xizmeta dagirkeriyê dikin.