Li Dêrsimê 31 navçeyên ewlekariya taybet hatin ragehandin
Geşt û rawestana ser rêya Dêrsim û Erzincanê jî hatiye qedexikirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Parêzgariya Dêrsimê li navçeyên Pilemorî û Nazimiyê 31 deverên ewlekariya taybet ragehandin.
Parêzgariya Dêrsimê ragehand ku, di demên dawî yê de tevgera rêxistinên çekdar li herêmê diyar bûne û di navbera 16 û 30'ê îlonê de li 31 deveran herêmên ewlekarî hatine ragehandin,
Parêzgariyê da zanîn ku, biryar ji bo ewlekariya welatiyan hatiye girtin û herwiha geşt û rawestana ser rêya Dêrsim û Erzincanê jî hatiye qedexikirin.