Li Dêrsimê mamoste vegeriyan li ser karên xwe
Hefteya borî ji 10 hezarî zêdetir mamoste bi hinceta pêwendiyên wan bi PKKê re hene ji kar hatibûn dûrxistin.
K24-Navenda
Li bakurê bajarê Dêrsimê mamosteyên ku ji kar hatibûn dûrxistin dîsa li karên xwe hatin vegerandin.
Derbar; vegerandina wan mamosteyan Parêzgeriya Dêrsimê bi daxûyaneiyeka niviskî wiha hatiû gotin: Berî niha ji 504 mamosteyên ku bi hinceta pêwendiyên wan bi PKKyê re hene ji kar hatibûn dûrxistin, 419ê wan dîsa li karê xwe hatine vegerandin. Lêbelê derbarê 85 mamosteyên dî de lêpirsîn berdewam dike.
Hefteya borî ji 10 hezarî zêdetir mamoste bi hinceta pêwendiyên wan bi PKKê re hene ji kar hatibûn dûrxistin.
Hefteya bê li Tirkiyê dibistan dest bi heyama nû ya perwerdehiyê dikin û li bakurê Kurdistanê gelek dibistan bêmamoste ne.