Li Diyarbekirê pirsgirêka perwerdehiyê mezin dibe
Li Diyarbekirê Hezar û 600 dibistan, 4 sed û pêncî hezar xwendekar û nêzîkî 19 hezar jî mamoste hene.
K24-Navenda nûçeyan
Li Tirkiyê di çarçoveya Rewşa Awarte de bi "Biryarnameya di hikmê qanûnê de" 11 hezar û 285 mamoste ji kar hatin dûrxistin. Ji van, 4 Hezar û 300 mamosteyên Diyarbekirê ne. Ew mamoste bi rojane ku bi çalakiyan ji kar dûrxistina xwe protesto dikin. Mamoste û nûnerên sendîqayên perwerdehiyê dibêjin, bila hikûmet vê biryarê paş ve vegerîne ji ber ku neheqî li wan û xwendekaran tê kirin.
Ev ne werzîşikar ên bîsîklet ango duçerxeyê ne. Ev kesên li ser bîsîkletan mamoste ne. Ji ber ku dengê xwe bidin bihîstin û balê bikişînin ser ji kar dûrxistna xwe, di nava kuçeyên Diyarbekirê de digerin. Welatiyan jî bi korna û çepikan piştgirî dan çalakiya mamosteyan. Endamê Sendiqaya Egitim-Senê Mehmet Atlihan tam 20 sal in ku mamoste ye. Ji malbata wî 9 mamoste ji kar hatin dûrxistin. Atlihan dibêje, ji ber ku wan li dijî şerê li Sûr, Cizîr, Şirnex û navçeyên din çalakiyên nerazîbûnê kirine ji kar hatine dûrxistin. Li gorî mamoste Atlihan, dê xwendekar ji tunebûna momosteyan û mamoste jî ji tunebûna derfetên aborî mexdûriyeteke mezin bijîn.
Derbarê vê mijarê maostek eiha got:"Gelek hevalên me di bin deynan de ne. Xaniyên xwe bi deynê banqeyan kirine, ji aliye aboriyê ve di tengasiyê de ne. Lê belê em dibinin ku eniya hevalên me pak e, stûyê xwe xwar nakin."
Li hin dibistanên li navçeyên Baglar û Kayapinarê nîvê mamosteyan ji kar hatin dûrxistin. Yek ji wan mamosteyan jî Hevseroka Şaxa Yekemîn ya Egitim-Sen a Diyarbekirê Hewa Karahanci ye. Tam 24 sal in ku Karahanci mamostetiyê dike. Weke bi hezaran mamoste ew jî ji kar hatiye dûrxistin. Karahanci qazî hikûmetê dike û pirsgirêka dibe ku derkeve holê jî wiha tîne zimên.
Herwiha Hevseroka Şaxa Yekemîn ya Egitim-Sen a Diyarbekirê Hewa Karahanci wiha ji K24ê axifî:
"Em desthilatdariyê hişyar dikin û dibêjin, sekna wan ne sekneke rast e. Dibistan vala ne, Xwedekar dê ji aliye perwerdeyê de paş ve bimînin. Yanî dê qaoseke mezin derkeve holê."
Li gorî ragihandin parêzgeriyê dê dibistan 19ê vê mehê vebin. Li Diyarbekirê Hezar û 600 dibistan, 4 sed û pêncî hezar xwendekar û nêzîkî 19 hezar jî mamoste hene. Rayedarên sendîqayan dibêjin dema ku 4 hezar mamoste ji kar hatin dûrxistin dê bi hezaran xwendekar bê mamoste bimînin. Lê belê rayedarên dewletê jî amaje dikin ku dê bi hezaran mamosteyên nû werin tayînkirin û dê rê nedin mexdûriyeteke mezin.
Li Bakurê Kurdistanê ji ber şerê di nava bajaran de ji xwe di sala 2015'an de perwerdeyeke baş nehatibû kirin. Tê payîn ku heger bergilî neyên standin dê kêşeyê perwerdehiyê mezintir bibe.