Piştîberek dî li rojhilat a Kurdistanê hat kuştin
Piştîberek dî bi nav ê Selah Boreke hat kuştin li sinûr ê di navber a rojhilat û başûr a Kurdistanê bi teqe ya hêz ên Îranê.
K24- Hewlêr
Piştîberek dî bi nav ê Selah Boreke hat kuştin li sinûr ê di navber a rojhilat û başûr a Kurdistanê bi teqe ya hêz ên Îranê.
Li sinûr a dever a Pîranşehir a rojhilat a Kurdistanê li gel Hacî Omeran a Başûr a Kurdistanê piştîberek ê temen 35 sal bi navê Selah Boreke hat kuştin bi teqe ya hêz ên Îranê. Malbat a wî jî dibêjin berî can ji destdan wî, wan daxwaz kir ku bigehînin nexweşxaneyê, lê rêgirî li wan hat kirin.
Demeke arîşe hene di navber a kes ên bar û keristeyan bi pişt diveguhêzin di navber a sinûr ê rojhilat û başûr a Kurdistanê, li gel rijêm a Îranê, ev çend carin Îran ji wan kesan dikuje û xelk ên sinûr ji destkurtîyê naçarin evan karan bikin. Herçende ew piştîber neqaçaxçîne lê Îran her wan zar dide û car jî ji wan dikuje.