Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 birîndar bûn
Her di heman şerî de 4 endamên PKKê jî di pevçûnan de canê xwe ji dest dane.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê 2 leşker hatin kuştin 4 leşker jî birîndar bûn.
Îro, danê sibê li bajarê Colemêrgê gûndewarê Agaçdîbiyê navbera endamên gerîlayên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de şerek dijwar derket.
Di encamê de li gor zanyariyên destpêkê 2 leşker hatin kuştin 4 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên dermankirin.
Her di heman şerî de 4 endamên PKKê jî di pevçûnan de canê xwe ji dest dane.