Îran deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê burdûman dike
Evro li demjimêr 8.30 sipêdê topxane yên îranê dever ên sinûrî yên Herêm a Kurdistanê topbaran kiur û nûçegihanê Kurdistan24ê ragehand ku topbaran a dever a Biradost hatîye kirin û Îranê bi kûrahî ya 15 Km hindur ax a Herêm a Kurdistanê burdûman kirîye.
K24- Hewlêr

Li gor zanyarî yên nûçegihanê Kurdistan24, heya niha wê burdûmanê ti zîyan ên canî nebûne, lê heya amadekirin a evê nûçeyê burdûmankirin bîyanû ya Îranê bo burdûmankirin a wan deveran ew e ku Pêşmerge yên Rojhilat a Kurdistanê li wan deveran heye. Ev di demekê deye ku ti hêz û Pêşmerge yên Partî yên Rojhilat a Kurdistanê li wan deveran nîne.
Bi eger a wê topbaran tim hevwelatî yên wê deverê koçber dibin, berî demekê hijmarek a koçer û revendan vegeryabûn deverê lê carek a din bi egera burdûmanê naçr bûne deverê bihêlin.
Dem bo demê Îran dever ên sinûrî yê Herêm a Kurdistanê dike armanc û di dem ên burî de bi eger a burdûman a Îranê ve zîyan ên mezin ên canî û malî ber bi hevwelatî yên wan deveran kevtîye.