Li Kerkûkê teqîn: kesek hate kuştin
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ku di encama teqînê de kesekî canê xwe jidest daye û 3 kesên din birîndar bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, berî bîstekê teqînek li taxa Yekê Hizêranê ya Kerkûkê rûda.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ku di encama teqînê de kesekî canê xwe jidest daye û 3 kesên din birîndar bûne.
Rêvberê Asayişa taxa Wista ya Kerkûkê Muqedem Faroq Hemewendî ragihand, teqîn bi riya bombeyeke çandî bûye û ji ber wê ziyanên canî bûne.
Muqedem Faroq Hemewendî got jî, tîmên asayiş û hêzên ewlehiyê gihêştin cihê teqînê û dest bi lêkolînan kirine.