Hikûmeta Herêmê banga civîneke berfereh dike
Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji aliyên siyasî, beşdarên hikûmet û parlamenê kir ku bi hev re kar bikin bo derbaskirina krîzên Herêma Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji aliyên siyasî, beşdarên hikûmet û parlamenê kir ku bi hev re kar bikin bo derbaskirina krîzên Herêma Kurdistanê.
Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de, bo civîneke berfereh banga aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û derbarê çawaniya çareserkirina pirsgirêkan, mijara dahat û xercên Kurdistanê guftûgoyan bikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ev demek e aliyên siyasî yên başdarê hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê, di kanalên ragihandinê de nêrîn û têbîniyên cuda derbarê krîza Herêma Kurdistanê, çawaniya çareserkirina pirsgirêkan, mijara dahat û xercên Kurdistanê de tînin ziman.”
Herwiha di daxuyaniya xwe de pêşniyar dike ku, civîneke berfereh bê sazkirin û ev nêrîn û têbînî, bi data û zanyariyan di wê civînê de bên gotêbêjkirin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji bo berwendiyên giştî, em tev de ji bo serxistina bernameya rûbirûbûn û derbaskirina krîzan, kar bikin.”