Li mihwerê Xazir DAIŞ bi sê xwekujan êrîşî pêşmerge dike

Di encam de 3ê pêşmerge şehîdbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandeyekê Hêzên Pêşmerge li Mihwerê Xazir ragehand ku, çekdarên DAIŞê bi sê xwekujan êrîş birin ser sengerên pêşmerge.

Derbarê wê êrîşê Lîwa Ehmed Koyî fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Mihwerê Xazir ji K24ê re ragehand ku, xwekujekî DAIŞê li nêzîk sengerekê pêşmerge xwe teqand, di encam de 3ê pêşmerge şehîdbûn û 5ê din jî pirîbarbûn.

Li gor heman fermandeyî ji K24ê re ragehandî ku, li sengereke din jî çekdarên DAIşê bi çekên Hawin, BKSê û ARBC êrîşî pêşmergeyan kirin, lê êrîşa wan ji aliyê pêşmergeve hate têkşkandin.