Li Bakur rewşa xebtkarên şaredariyan ne diyare

Pirsa di hizrê xebatkaran de ew e ku gelo dê ji kar werin dûrxistin yan na?

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê piştî tayînkirina qeyûman bo şaredariyan, bi hezaran xebatkar jî ketin nav nediyariyekê. Pirsa di hizrê xebatkaran de ew e ku gelo dê ji kar werin dûrxistin yan na? Rayedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)'ê dibêjin bila xebatkar bi ya qeyûman nekin, lê rayedarên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) dibêjin xebatkarên ku bi ya qeyûman nekin dê ji kar werin dûrxistin.

Di şaredariyan de bi hezaran kesên biqedro û bi peyman dixebitin û debara mala xwe dikin hene. Ji ber tayînkirina qeyûman gelek xebatkar nizanin dê rewşa wan ji niha û pê ve çawa be. Lewra hin rayedarên DBP'ê dibêjin bila xebatkar neçin ser kar, an jî karê qeyûmî asteng bikin.

Cîgirê Hevserokê DBP'ê Remezan Tunç dibêje, AK Partî, MHP û CHP'ê bloqeke nijadperestî ava kirine û bi ser Kurdan ve diçin. Tunç amaje dike ku ne tenê hevşaredarên wan,  xebatkar û endamên meclisa şaredariyên wan jî di hedefê de ne.

Cîgirê Hevserokê DBP'ê Ramazan Tunç  wiha got:

"Niha xebatkarên şaredariyên me diçin karên xwe, lê bangewaziya me bo xebatkaran ew e ku nehêlin qeyûm bixebitin."

Nûner û rayedarên AK Partiyê jî dibêjin ku qeyûm li gorî qanûnan hatine tayînkirin û divê xebatkarên şaredariyan jî li gel qeyûman bixebitin û xebetkarên ku nexebitin dê werin cezakirin. Cîgirê Serokê AKP'ê yê Şaxa Diyarbekirê Mehmet Arzu amaje dike ku xebatkarên ku pêwendiyên wan bi FETO an jî PKK'ê re hene dê ji kar werin dûrxistin.

Cîgirê Serokê AKP'ê yê Şaxa Diyarbekirê Mehmet Arzu ji aliyê xwe ve wiha axifî:

"Ji xwe gelek xebatkarên şaredariyan zilamên wan in, gelek ji wan naxebitin lê meaş distînin, niha yên ku bixebitin û nexebitin dê ji hev werin cûdakirin. Yên ku nexebitin dê ji kar werin avêtin."

Li Êlihê xebatkarên şaredariyê 3 rojan dev ji kar berdan lê dû re rayedarên DBP'ê gotin bila xebatkar vegerin ser karên xwe. Li şaredariyên din jî rewş wisa ye. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncelê bang li xebatkarên şaredariyan jî dike ku 19'ê vê mehê li dijî qeyûman li ber xwe bidin. Bi hezaran xebatkar di nav biryara DBP'ê û qeyûman de mane. Hin xebatkar qeyûman qebûl dikin hin jî qebûl nakin. Tê payîn ku heta çend rojên din çaresnûsa xebatkaran diyar bibe.