Greva birçîbûnê ya ENKSê berdewam e

Grav heft rojan berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriy(ENKS) ya Herêma Kurdistanê greva birçîbûnê bi beşderiya 20 endamên partiyên di nav ENKSê de dest pê kir.

Derbarê wê grevê de Endamên Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Xalid Elî ji K24ê re ragehadn ku, armanca grevê berdana girtiyên siyasî ne di zindanên PYDê, da zanîn ku, ew jî weke nûneratiya ENKSê pabendin bi biryara Emîndariya Giştî bo lidarxistina mangirtinê weke nerazîbûnekê li ser kiryarên PYDê li dijî Endamên wan.

Elî aşkere kir ku, ew grav dê 7 rojan berdewam bike û li hemû kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê jî dest pê kiriye.Herwiha tekez kir ku, heta niha, ji aliyê PYDê ve ti bersiv ne hatiye ragehandin.

Roja 7 Îlonê, hejmarek ji endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî girtina siyasetmedaran bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê jî ji demjimêr 9:00 û heta 18:00 li navenda Orkêş li Amûdê bi rê ve çûbû.

Piştre roja yekem ya cejna Qurbanê 12 Îlonê Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo dest bi greveke birçîbûnê ya vekirî kirin. 20 endamên ENKSê niha di roja şeşm de bi greva xwe de berdewam in.