Tevgera Goranê beşdarî civîna hikûmetê nabe
Tevgera Goranê bi fermî ragihand ku, ew beşdarî civînên hikûmeta Herêma Kurdistanê nebe, ku ji aliyê aliyên siyasî vehatibû vexwandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevgera Goranê bi fermî ragihand ku, ew beşdarî civînên hikûmeta Herêma Kurdistanê nebe, ku ji aliyê aliyên siyasî ve hatibû vexwandin.
Berdevkê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ji rojnamevanan re ragihand, ew we Tevgera Goranê beşdarî civîna pêşniyarkirî ya hikûmeta Kurdistanê nabin. Herwiha got jî, diviyabû Encûmena Wezîran daxwaza lêborînê ji xelkê bike.
Ev daxuyaniyên berdevkê Tevgera Goranê piştî wê yekê tê, ku hikûmetê daxwaz ji hemû aliyên siyasî kiribû, ku beşdarî hikûmet û parlementoyê bibin, bi mebesta guftûgoyan li ser rewşa aborî û çareserkirina pirsgirkan bikin.
Lê Tevgera Goranê red kir beşdarî wê civînê bibe, ku li gor wan pêwîst bû di destpêkê de Parlementoya Kurdistanê kar xwe bike. Herwiha Şoreş Hacî dibêje: “Karê parlementoyê ew e ku çavdêriya hikûmetê bike.”