Bircên Cêwî yên Diyarbekirê tên hilweşandin

Bircên Cêwî yên Diyarbekirê, ji ber firokeyên şer tên hilweşandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bircên Cêwî yên Diyarbekirê, ji ber firokeyên şer tên hilweşandin.

Bilindtirîn avahiyên Diyarbekirê ku wek Bircên Cêwî tên binavkirin tên hilweşandin. Sala 1998'ê dest bi avakirina Bircên Cêwî hat kirin û piştî 5 salan, avakirina wan ji ber metirsiya ewlekariya leşkerî hat rawestandin.

Li ser daxwaza fermandariyê, parêzgarê Diyarbekirê serî li dadgehê da û avakirina bircan hat rawestandin.

Avahiyên ku 22 qat in û li navçeya Peyasê ne, 64 metro bilind in, lê piştî 13 salan bi alavên avedaniyê ku ji Enqerê hatine tên hilweşandin û bilindahiya wan dê bikeve 35 metreyan.