Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan venabin

Sibê li Tirkiyê 18 mîlyon xwendekarên dibistanên perwerdeya seretayî, tevî 900 hezar mamosteyan dest bi werzê nû dikin. Li deverên qedexeya derketina derve hatiye ragehandin jî, dibistan venabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sibê li Tirkiyê 18 mîlyon xwendekarên dibistanên perwerdeya seretayî, tevî 900 hezar mamosteyan dest bi werzê nû dikin. Li deverên qedexeya derketina derve hatiye ragehandin jî, dibistan venabin.

Werza nû ya Perwerdeya Seretayî ya Tirkiyê 19'ê Îlonê dest pê dike. Îsal nêzîk mîlyonek û 300 hezar xwendekarên nû dest bi xwendinê dikin. Hejmara dibistanên Tirkiyê nêzîkî 62 hezar in. Li gor amaran radeya xwendekarên keç sedî 48, ya kuran sedî 52 ye. Radeya mamosteyên jin jî, sedî 51 e.

Piştî hewldana derbeya leşkerî 43 hezar mamoste ji ber endamtiya Cemaeta Gulen, 11 hezar û 285 mamoste jî bi endamtiya PKK'ê ji kar hatin dûr xistin.

Bi destpêkirina şerê xendekan li Bakurê Kurdistanê gelek dibistan hilweşiyan û li Şirnex, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Sûr, Gever û Hezexê deverên ku qedexeya derketina derve hatiye ragehandin, dibistan venabin.

Li gorî daneyan nêzîkî 700 hezar zarokên penaber li Tirkiyê di asta xwendinê de ne û ji wan 400 hezar naçin dibistanan.