Grevgirtiyek: Em bi çalakiyên aştiyane berdewam in

Piştî heft rojan dawî li greva birçîbûnê ya ENKSê hat, grevgirtiyek jî dibêje, greva birçîbûnê gaveke bû bo serbestberdana girtiyên siyasî, herwiha ew berdewam in bi çalakjiyên aştiyan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî heft rojan dawî li greva birçîbûnê ya ENKSê hat, grevgirtiyek jî dibêje, greva birçîbûnê gaveke bû bo serbestberdana girtiyên siyasî, herwiha ew berdewam in bi çalakjiyên aştiyan e.

Grevgirtiyê bi navê Azad Ebdilrehman li ser biryara bidawîanîna çalakiya greva birçîbûnê ji K24ê re got: “Piştî ku rewşa hin grevgirtiyan aloz bû, şandeke ji malbatên girtiyan serdana me kir û ji me daxwaz kirin ku em dawî li çalakiya greva birçîbûnê bînin.”

Azad Ebdilrehman derbarê ku çalakiya grevê de û armancên wê de got: “Heger çalakiya grevgirtinê negihêştibe tevahiya armancên xwe, lê gelek name ji aliyên navdewletî gihêştin me û di nava rêxistinên civaka sivîl û tevgera siyasî ya Kurdistanî de gelek deng veda.”

Herwiha Azad Ebdilrehman got: “Greva birçîbûnê gaveke bû, bo serbestberdana girtiyên siyasî, lê em berdewam in bi çalakjiyên aştiyan e, heta ku hevalên me ji zîndanên tên serbestkirin.”

Bo şermezarkirina girtina siyasetmendaran ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê û azadkirina wan, ji roja yekem ya cejna Qurbanê 12 Îlonê Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê dest bi greveke birçîbûnê kiribû, îro jî di roja heftem de jî li ser daxwaza malbatên girtiyan, dawî li greva xwe anî.