Li Elihê Egîtîm- Senê çalakiya rûniştinê dest pêkirin
Di 9ê Îlonê de 9 hezar û 843 mamosteyên Sendikaya Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ji karê xwe hatin dûrxistin.
K24-Êlih
Li Tirkiyê piştî dûrxistina gelek endamên perwerdehiyê li Elihê sendikaya mamosteyên dewletê Sendikaya Perwerdehiyê (Egîtîm-Senê) çalakiya rûniştinê da destpêkirin û mamosteyên ku ji kar hatinê dûrxistin heta vegerin wezîfeya xwe dê çalakiyê berdewam bikin.
Li Tirkiyê piştî hewla derbeyê ji aliyê dewletê ve di çerçova ewlehî û standina bergiriyan de gelek kes hatin îxrackirin û gelek kes jî ji kar hatin dûrxistin. Di daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ya di 4ê Îlonê de ku li Diyarbekirê dabû gotibû 14 hezar mamosteyên ku bi terorê giredayînê dê ji kar bên dûrxistin. Piştî vê daxuyaniyê jî di 9ê Îlonê de 9 hezar û 843 mamosteyên Sendikaya Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ji karê xwe hatin dûrxistin. Li Elihê jî di derbarê wan dûrxistinan de ji roja înê ve li avahiya sendîkayê di navbera saet 2yê nîvro û 8ê şevê de çalakiya rûniştinê berdewam dike.
"Bi biryarnameya di hikmê yesayê de em ji kar hatin avêtin. Piştî re jî qederê 11 hezar û nîv ku ew jî ji sedî 90 dîsa endamên me ne, an jî yên ku di dema raborî de endamên me bûn û piştî çalakiyan ji endamtiyê vegeriyane an jî derketine. Ew jî ji kar hatine dûrxistin. Em jî dixwazin wekî bertekekê nişanî vê bidin, em vê bêhiquqiyê qebûl nakin"
Mamosteyên sendikayê dibêjin, ew ne alîgirên şer in û ji bo zarok neyên kuştin piştgirîya aştiyê kirine, lê belê jiber vê yekê jî ji karê xwe hatine dûrxistin.
"Wekî hûn jî dibînin ez jî endamê Egîtîm-Senê me. Em jî ji kar hatin dûrxistin. Me tiştekî xirab nekiriye, me ji bo aştiyê ji bo zarok nemirin, zarok herin dibistanên xwe, ji bo mafên xwe yên xwezayî bijîn, neheqî, bêhiquqî ji nava gel, ji dinyayê rabe me ji bo vê yekê çalaki lidarxist. Çalakiya me hiquqî ye, em mafdar in û dîsa bibe em ê çalakiyê wisa bikin."
Herwiha kesên ku di çalakiya rûniştinê de cih girtine amaje dikin ku ew dixwazin di 19ê Îlonê de li dibistanan wekî berê li ser karên xwe bin û mamoste dibêjin heta venegerin ser karê xwe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.