Zelîmxan bo cara pêncê dibe endam perleman

Hilbijartin di 18ê vê mehê de hatin encamdan.

K24-Navenda Nûçeyan

Zelîmxan Mûtsowêv bo cara pêncê dibe endamê Parlamentoya Rûsyayê û karî rêjeya 7 ji sedî bişkîne û serbikeve, herwiha bibe endamê perlemana wî welatî.

Piştî hilbijartinên "Encûmena Dûma" ya Perlementoya Rûsyayê ku, di 18ê vê mehê de birêve çûn, encamên hilbijartinê ji aliyê Komisyona Bilind a Hilbijartinan bi fermî hatin ragehandin.

Zelîmxan Mûtsowêv yekemîn endam e di dîroka hilbijartinên Perlemaniyê Rûsyayê de bi serhev pênc caran û ji yek herêmê bi ser dikeve û dibe endamê perlamana Rûsyayê.

Mûtsowêv kesekî nêzîkî Serokomarê Rûsyayê Velademir Putîn e û Endamê Serkirdayetiya Partiya Yekbûn a Rûsyayê ye ku, niha ew partî desthilat e, herwiha nêzîkî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye jî.

Zelîmxan Mûtsowêv li Teblîsê paytexta Corciya ji dayik bûye, piştre ligel malbata xwe çû ye Moskoyê.