Zarok dibin qurbaniya nebûna dermanan
Ismaîl zarokekî yek salî ye li bajarê Dirbêsiyê bi nexweşiyeke ne normal ketiye, pêwistiya wî bi cureyeke dermanan bi nave (Ensefabol) heye, lê ji ber krîza Sûriyê ku gelek kargehên dermanan hatin herifandin, ew derman nayê dabîn kirin.Mîna lîstokeke zarokan ku rih pê hatibe, jiyana Ismaîlê yek salî derbas dibe.
K24 - Dirbêsiyê

Bavê Ismaîl dibêje ku, ew bizîşkên pispor li deverê nemane û karînên wî tune ne kurê xwe bişîne ji derveyî herêmê. Bizîşkên Şamê cureyeke dermanan jê re nivîsandine, lê li dermanxaneyên deverê nayê peydakirin.