Li Diyarbekrê firokeya F16 a Tirkiyê kete xwar
Di dema vederandina wê ji perwerdê re ket.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Diyarbekrê û nêzîkî firokxaneyeke leşkerî firokeyeke F16 a artêşa Tirkiyê ket xwarê.
Li gor medyaya Tirkiyê firokeya li bajarê Diyarbekrê ketî F16 e û dema ji firîneke perwerdehiyê vegeriyaye bû ketiye xwarê.Ew firoke ji firokxaneya navdewletî ya fermandariya esmanî ya 8 a li Diyarbekrê firî bû û li gundê Çarikli Yeşiltepe ket.
Li gor ragehandina Tirkiyê firokevana wê firokeyê jin bû û binavê Şefika Burcu Arpaci bû, herwiha berî bikeve xwarê xwe rizgar kir.