Li Babê 4 leşkerên Tiriyê birîndarbûn
Operasyona Cerablusê ket roja xwe ya 111ê de.
K24-Navenda Nûçeyan
Di operasyona Cerablûsê de 4 serbazên tirk birîndar bûn. Firokeyên cengê yên Tirkiyê li devera Babê belavokên bi Tirkî û Erebî belav kirin ku li gel Artêşa Tirk cih bigrin.
Operasyona Artêşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê ku wek Mertala Feradê binav dike gihîşt roja 111'an.
Di pevçûnên duh de li gor agahiyên destpêkê 4 serbazên Tirk birîndar bûn û birîndar di nexweşxaneyên Kilîsa bakurê Kurdistanê de tên dermankirin.
Li aliyê din, firokeyên şer yên Tirkiyê li devera Babê belavok avêtin xwarê. Di belavokan de hat destnîşankirin Artêşa Tirkiyê bo aramî bîne herêma wan dest bi operasyonê kirine.