HSD li Reqayê gundekî din kontirol kir
Ew gund bi 50K.m dûrî bajarê Reqayê ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê qonaxa duyemîn de Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) gundekî din ku, 50K.m ji bajarê Reqayê dûre kontirolkirin.
Derbarê vê yekê peyamnêrê K24ê li wê deverê ragehand ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk pêşve diçin û karîn gundê Xirbit Cihêşa rizgarbikin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê ew gund bi 50 K.m dûrî bajarê Reqayê.
Di heftiya borî Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî qonaxa duyem a operasyona rizgarizgarkirina Reqayê ragehandin, heta niha 7 gund û çendîn zevî kontirolkirine.