Parlementerê HDP yê Dêrsimê hate binçavkirin

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlû hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlû hate binçavkirin.

Parlementerê HDPê Alîcan Onlû piştî ku li firokxaneya Esenbogayê ya Enqereyê hate binçavkirin bi armanca were lêpirsînkirin bo rêveberiya ewlekariyê hate birin.

Duh dadgeha duyemîn a giran a Diyarbekirê di çarçoveya doza KCKê de Alîcan Onlû jî nav de biryara binçavkirina 8 parlementerên HDPê dabû. Heta niha 2 parlementerên HDPê Besîme Konca û Çaglar Demîrel di vê çarçoveyê de hatine girtin.

Tê zanîn ji bêhtirî mehekê ve, Hevserokên HSDê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 8 parlementerên HDPê yên din di zîndanê de ne.