Ala Kurdistanê li her cihî bilind dibe

Roja Bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiya şaredariya Mehabadê di 17 Berçele sala 1945an de, rojeke girîng bû di dîroka siyasî ya Kurd de tê hejmartin, ku 71 sal berê bo yekem car ala Kurdistanê bi awayekî fermî li ser avahiyeke hikûmî tê bilindkirin, ku mehekê û çend rojan berî ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê 22 Çeleya 1946an bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herçend e Komara Kurdistan li Mehabadê piştî 11 mehan hate rûxandin, lê ala Kurdistanê di dirêjehiya xebata netewî de ji aliyê xebatkaran ve û rêwresmên bibîanîna wê her bilind maye.

Piştî derbasbûna 59 salan bi ser bilindkirina ala Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê di roja 19 Hizêrana 2004an de bi biryara hejmar 48 bi piraniya dengan, biryar da ku salane roja 17 Berçele bibe Roja Ala Kurdistanê. Herwiha ew roj wek Roja Dayikê li Kurdistanê diyar kir.

Salane di roja 17 Berçele de rêwresmên taybet bo rêzgirtina li ala Kurdistanê birêve diçe û xanî, dibistan, avahiyên fermî û kolanên Kurdistanê bi ala Kurdistanê tên xemilandin.

Îsal tevî ku Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de ye û krîza darayî û nakokiyên siyasî hene, lê Roja Ala Kurdistanê wek sembola netewî di demjimêrên sibê de, xwendekaran bi cilûbergên Kurdî ala Kurdistanê bi rêwresên taybet li dibistanan bilind kirin.