Li Bakur û Tirkiyê Roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand, ku dê li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rêzeçalakiyan Roja Ala Kurdistanê pîroz bike.
K24 – Diyarbekir
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand, ku dê li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rêzeçalakiyan Roja Ala Kurdistanê pîroz bike.
Li gorî ragihandina PAK’ê, li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Mûş û Wanê bo pîrozkirina roja Ala Kurdistanê, merasîmên taybet, panel, semîner û daxuyaniyên çapemenîyê dê werin kirin. Ji Tirkiyê jî li Stenbol û Izmîr dê Roja Ala Kurdistanê were pîroz kirin.
Nivîsgeha Çapemeniyê ya PAKê ragihandiye ku, Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk li Diyarbekirê demjimêr li 14:00’yê dê bi helkefta Roja Ala Kurdistanê panelekê pêşkêş bike.
Di 17 Berçele sala 1945an de, cara yekem bi awayekî fermî ala Kurdistanê li ser avahiya şaredariya Mehabadê hate bilindkirin, ku mehekê û çend rojan berî ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê 22 Çeleya 1946an bû.