Fermandarekî Amerîka: Hêvîdar im Amerîka piştevaniya Kurdistanê bike

Fermandarê berê yê artêşa Amerîka li Herêma Kurdistanê Harry Schott derbarê pêwendiyên pêşerojê yên Herêma Kurdistanê û îdareya nû ya Amerîkayê de ragihand, hêvîdar e ku îdareya serokê nûhilbijartî Donald Trump hevkariya zêdetir ya Pêşmerge û Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Harry Schott ji K24ê re got: “Ne diyar e siyaseta nû ya îdareya nû li hember çawa dibe, lê hêvîdar im ku Amerîka piştevaniya zêdetir bo Kurdistanê bike û pêwendiyên zêdetir bi Kurd re bike. Rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de roleke sereke bû.”