Li Kobanê Roja Ala Kurdistanê hat bibîranîn
Cara yekem e piştî rizgarkirina Kobanê û bi boneya Roja Ala Kurdistanê, Xwecihiya Kobanê ya ENKS ev roj bi seknekê li pêş nivîsgeha ENKSê bibîr anî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cara yekem e piştî rizgarkirina Kobanê û bi boneya Roja Ala Kurdistanê, Xwecihiya Kobanê ya ENKS ev roj bi seknekê li pêş nivîsgeha ENKSê bibîr anî.
Bi beşdarbûna hejmarek ji welatiyên Kobanê û endamê Xwecihiyê Kobanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi vî awayî ev roj bibîr anîn .
Ji aliyê xwe endamê xwecihiya nav borî Ednan Bozan ji K24 re ragihand û got: “Me bi vê çalakiyê xwest em rola xwecihiya Kobanê ji nû ve aktîv bikin, piştî ku xwecihiya Kobanê ji ya Urfayê hat cudakirin.”
Herwiha Bozan tekez kir ku, ewê ji îro ve bihêlin ku xwecihiya Kobanê çalak be û bi rola xwe rabe.