Qedexeya li ser 14e taxên Farqînê hate rakirin

Pştî bi dawîbûna operasyonan.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî bidawîbûna operasyonên Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê qedexeya deketina derve ya li li ser 14 taxên navçeya Farqînê hate rakirin.
Derbarê vê yekê Waliyeta Diyarbekrê daxuyaniyek belav kir, tê de qedexeya derketina derve ya li 14 taxên navçeya Farqînê li taxa Kazandagi, Demirkuyu, Tarakli, Dariseven, Kalemli, Toklar, Bogazonu, Donenkaya, Çalonu, Gurpinar, Ormandişi, Taşpinar, Altinkum û Ariyê ku, berî niha niha hatibû ragihandin îro ji seet ji 06.00ê ve sibehê hat rakirin.

Berî niha jî û bi armanca şere li dijî gerîlayên PKKê Artêşa Tirkiyê qedexeya derketina derve li çendîn gundên Diyar bekir ragehandibûn.